33 C
Diyarbakır
Çarşamba, Haziran 16, 2021

Refîk Karakoç bi berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî re hevdîtinek pêkanî

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

Refîk Karakoç bi berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî re hevdîtinek pêkanî
2017-07-04 00:20

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç û heyeta pêre bi berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê birêz Sefîn Dizeyî re hevdîtinek pêkanî û hevdîtin bi pêşwaziyek germ destpêkir.

Di hevdîtinê de birêz Sefîn Dîzeyî grîngiya piştgiriya bakûrê Kurdistanê û ya beşên din ê Kurdistanê ji bo referandûmê destnîşan kir û ji bo piştgiriya HAK-PARê ya ji referandûmê spasiya xwe anî ziman û got: Em HAK-PARê ji nêzve dişopînin û sekn û piştgiriya HAK-PARê ya ji bo referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê me serbilind dike.

Herweha rexne li helwesta hinek partiyên Kurd jî kir û ewha pêde çû: hinek alî ji xwere dibejin partiya Kurd lê di bin bandora çepên Tirkande li ser navê Kurdan siyaset dikin û dibê gelê Kurd helwesta van derdoran jê bipirsin. Ji bo ew dewletên ku dibêjin dema serxwebûna Kurdistanê nehatiye jî wiha got: dem hatiye û derbas jî bûye. Dubare spasiya xwe ji bo sekna HAK-PARê ya ji bo piştgiriya referandûmê anî ziman.

Di hevdîtinê de birêz Refîk Karakoç jî piştgiriya xwe ya ji bo referandûmê diyar kir û ji bo biryardayina serxwebûnê jî pîrozbayî li gelê Başurê Kurdistanê kir. Herweha destnîşan kir ku başûrê Kurdistanê di demek dîrokî de têdiperi û dibê hemû kurd û rêxistinên Kurdistanî piştgirî bidin û vê firsenda dîrokî baş bikarbihînin.


 

İlgili İçerikler

İletişimde Kalın

23,139BeğenenlerBeğen
0TakipçilerTakip Et
3,243TakipçilerTakip Et
0AbonelerAbone

Son Eklenenler