36 C
Diyarbakır
Perşembe, Haziran 24, 2021

Komela Piştgiriya HAK-PAR ya Ewropa: Em bi her awayî piştgirî didin referandûma serxwebûnê

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

Komela Piştgiriya HAK-PAR ya Ewropa: Em bi her awayî piştgirî didin referandûma serxwebûnê

Roja 25.09.2017 an de li Kurdistana Başûr referandumek tê pêkanîn. Biryara pêkanîna referandumê ku ji aliyê piraniya partî, rêxiraw, komeleyên medenî hatiye standin, biryareke pîroz e, her usa dîrokî ye jî. Dîrokî ye, ji ber ku peymana Sykes Picot ya ku 100 sal berê, bi neheqî axa Kurdistanê parvekiribû, niha feremoş dibe. Sînor ji nû ve berbi guhartinê ve dilivin. Cara pêşîn e, ku kurd li Rojhilata Navin mecalê dibîne ku li ser pêşeroja xwe bibin xwedî gotin û biryar.

Ev referandum, ji bo pêşî lê vekirina Kurdistaneke AZAD, SERBIXWE û DEMOQRAT bûyereke dîrokî û pîroz e.

Em wek rêveberî û endamên “Komela Piştgiriya HAK-PAR ya Ewropa” tevaya wan kesên ku, ev cureta nîşan dan û bûne sedema vê biryara dîrokî pîroz dikin.

Komela Piştgiriya HAK-PAR ya Ewropa vê biryarê wek biryara xwe dipejirîne û piştgiriya wê dike, wek biryara xwe lê xweyî derdikeve û ji bo wê kar û xebat dike, ji ber ku ev biryara ji bo me hemû kurdan e.

Banga me ji bo tevaya kesên ku dibêjin em kurd in û xwedî xîret şeref in.

Werin mil bidin vê referandumê, bila encameke serkeftî derkeve holê. Bila vê carê kurd bi dengekî xurt û bi serbilindî paşedema xwe û Kurdistana xwe bistînin!

Pîroz be biryara referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr!

Bijî serxwebûn!

Bijî yekitiya hêzên kurdistanî!

Fettah Timar
Serokê Giştî yê Komela Piştgiriya HAK-PAR ya Ewropa

 

İlgili İçerikler

İletişimde Kalın

23,139BeğenenlerBeğen
0TakipçilerTakip Et
3,246TakipçilerTakip Et
0AbonelerAbone

Son Eklenenler