RÊVIBIRIYA NÛ YA YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYÊ BI XÊR BE

100

Nûnertiya Ewropayê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Rojava di 3yê Nîsanê da, kongreya xwe ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî online li dar xist.
Piştî şer û pêvçûnên li Rojavayê Kurdistanê, wekî bi hezaran welatiyên me, bi dehan nivîskar û rojnamevanên me yên Kurd jî bêçare cih û warên xwe terikandin û koçî Ewropayê kirin. Rûspiyên herêmê ku koçî Ewropayê kirin ji bo ku di nav xwe da têkîliyê deynîn û bikaribin xizmetên xwe yên rewşenbirî û li ser zimên bidomînin komeke bi navê Yêkîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ava kirin. Nûnertiya Ewropayê ya yekîtiyê, piştî 6 salan kongreya xwe bi awayekî online li dar xist.
Ji ber ku civîn dê bi awayekî online were birêvebirin, ji partiyên siyasî, sazî û kesên rûspî xwestin, ku ew dikarin bi peyamên elektronîk va piştgiriya xwe nişan bidin û ji bona vê yekê lêborîn hat xwestin.
Yek ji van saziyên ku hatin vexwendin jî  Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR bû.
Li ser navê partiya me; Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr bona pîrozkirinê peyamek şand.
Yekîtiya nivîskaran di encamnameya xwe ya weşandî da; ji bo peyama HAK-PAR’ê bi nivîsarî  sipasnameyek ji HAK-PARÊ ra şandîye û dilxweşîya xwe anîye ziman.
Em jî wek Bûroya Çapemeniyê ya HAK-PAR’ê ji bo Yêkîtiya Nivîskarên Kurdistana Rojava serkeftinê dixwazin û hêvî dikin, ku rojeke wisa were û di rojên xweş û baş da, ew ê  bikaribin li welêt li pey armancên xwe xizmetên xwe bidomînin.

Nivîsîngeha Ragîhandinê ya HAK-PAR