Partiyên ji derveyî meclisê jî, xebatên ji bo makezagonê berdewam dikin.

99

Ji Raya Giştî ra

Makezagoneke nû, bi ya berê ne wek hev bû, hingê bikare nû bibe !

Partiyên ji derveyî meclisê jî, xebatên ji bo makezagonê berdewam dikin.

Partiya Doza Azad – HÜDA-PAR’ê, di 9ê Nîsanê da, roja înê serdana Partiya Maf û Azadiyan- HAK-PAR’ê kir.

HÜDA-PAR ji bo xebatên makezagonê serdana hemû partiyên siyasî dike. Di vê çarçoveyê da Serokê partiyê İshak Sağlam li gel çend alîgirên partiyê va, bi rayedarên HAK-PAR’ê ra hatin ba hev. Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê A. Latîf Epözdemir û alîgirên partiyê, bi dilgermî pêşwazîya mêvanên xwe kirin.

Hevdîtina ku seat û nîvekê Dom kir, ji çapemeniyê ra girtî bû. Di civînê da herdu komên partiyan, derbarê xebatên ji bo makezagoneke nû da ramanên xwe anîn ziman.

Ji piştî hevdîtinê, serokên her du partiyan daxuyaniyeke hevpar dane çapemeniyê. Ji piştî daxuyaniyê, nûçegihanên çapemenîya Kurdî ji serokan pirsên xwe kirin

Serokê Giştî yê HÜDA-PAR’ê İshak Sağlam di axaftina xwe da got; ” Bi ya me, di makezagona nû da qala tu netewan neyê kirin. Heke teqez behsa milletan bikin jî, divê ligel Tirkan behsa Kurdan jî bikin.” Sağlam diyar kir, ku partiya wan ji bo makezagona nû bi hemû partiyên siyasî ra tê ba hev û di van civînan da daxwazîyên hevpar tespît dikin. Her wiha diyar kir, ku HÜDA-PAR dixwaze ji bo ku bikaribin van daxwazîyên hevpar ên partiyên siyasî bilêv bikin, qadekê ava bike. 

Serokê HAK-PAR’ê A.Latif Epözdemir jî ji bo makezagona nû nêrinên HAK-PAR’ê diyar kirin. Epözdemir got; “Divê makezagona nû ji aliyê sivîlan va were amade kirin.  Bi ya me, ev yek gelek giring e.  Wek tê zanîn; makezagon ji bo jiyana civakan tiştekî gelek girîng e. Ev makezagona ku, bi tenê ji bo berjewendiyên aliyekî hatiye çêkirin, piranîya civatê nas nake; bi gotineke din gelê Kurd înkar dike.

Vê şaşiyê, 100 sal in bi zordestî û tehdeyê didomînin. Em dibêjin êdî bes e. Aşkere ye; ev pergala 100 salî rastîyên civakê napejirîne; heta niha jî li Tirkiyê aşitî û demokrasî pêk neaniye û bi vî awayî jî nikare. Rageşî, derbe, hewlên derbeyan û krîzên aborî encamên van, ber bi çav in. Ji ber vê yekê, wek HAK-PAR em dibêjin heke hûn dixwazin makezagona ku hûn ê çêbikin, her kesî hembêz bike; divê ew mafên netewî yên demokratik ên gelê Kurd qebûl bike, mafê perwerdeya zimanê zikmakî bide û pirrengiya civakê qebûl bike. Di vê çarçoveyê da, em dibêjin werin em ji ya berê cuda, makezagoneke nû  çêkin. 

HAK-PAR
Partîya Maf û Azadîyan
Nivîsîngâha Çapemênîyê