36 C
Diyarbakır
Perşembe, Haziran 24, 2021

DIVÊ ÇÎNA KARKER YA TURKÎYA JI DÎLÎTÎYA ÎDEOLOJÎYA FERMÎ BÊ AZADKIIRIN

Yaklaşık okuma süresi: 3 dakikaÎro roja navnetewî ya ked, tekoşîn û  hevgirtina çîna karker 1ê Gulanê ye.

Dîroka vê şahîya kedê diçe digîhîje wê çalakîya meşa karkerên avadanîyê, yê ku di 1856 an da ji bo rojê 8 saetan karkirinê dest pê kiribûn. Serpêhatîyên karkeran, ji sîh salî şûnda, vê carê jî xwe di yekê Gulana 1886 an da li DYA nîşan da. Karkeran di bin pêşengîya Konfederasyona Sendiqayên Karkeran ya Amerika da, dijî xebata rojane 12 saet û hefteyekî da 6 rojan derketin û bi daxwaza xebata rojê 8 saetan kar berdan û çûn grevê. Di çalakîyên ku li bajarê Şîkago, bi van daxwazîyan va dest pê kirinbûn da, nêzîkî niv milyon karker beşdar bûn.
Li vê derê divê bal bê kişandin, bûyera here giring ew bû, ku li eyaleta Kentaki ji 6 hezaran zêdetir karkerên çermreş û çermgewr tevayî meşîyan. Wê demê rawestgehên Kentaki ji bo çermreşan girtîbûn ango qedexe bûn. Karker tevayî ketin Rawestgeha Netewî. Li her eyaletî û bajarî tevayî meşîna çermreş û çermgewran tabûya cudatîya nijadî tune kiribû. Di dawîyê da, yekitîya karkeran û tevayî li berxwedana wan nijadperestî binketî kiribû. Pêşdarazînîya li hember çermreşan jî derbeyeka mezin wergirtibû.
Ji ber vê xwestin, ku bi qedexekirin û zordarîyê va pêşya hevgirtina karkeran bigirin. Lê edî hevgirtin û yekitîya berxwedana karkeran hatibû tescilkirin, bi yekitîyê va karker bibûn hêzekê. Di encama wê da, di roja 14ê Tîrmeh 1889 da Enternasyonala Duwemîn kom bû, 1ê Gulanê wek “Roja yekitî, tekoşîn û piştgirîyê“ hate eşkerekirinê. Ji wê rojê pê va, her sal 1ê Gulanê wek Çejna Kedê ya çîna karker ya navnetewî tê pîrozkirin.
Karkerên YDA ji 135 salan berî vê, dijî nijadperestîyê, bi pêkanîna yekitîya karkeran va pêşî li polîtikayên cudakar yên hember çermreşan girtin û di heman demê da tekoşîna azadîyê jî dan. Ji ber vê jî, 1ê Gulanê di heman demê da şahîya ango çejna azadîyê ye. Nabe ku va alîyê vê rojê bê jibîrkirin.

Pir mixabin ku, di van salên dawîyê da li Turkîyayê wateya ku li 1ê Gulanê tê barkirin, nikaribû ji hinek mafên diravî û başkirina rewşa karkeran wê da here. Di warê berxwedana ji bo demokrasîyê, ya çîna karker da, kurd jî hevalbend in, lê çîna karker nikaribû piştgirîya ku pêwist e, bide gelê Kurd yê bindest. Çîna karker ya Turkiyayê nikanibû bi gelê Kurd ra, yê ku azadîyê dixwazin, li ser bingehekê tekoşînê bide, di vî warî da nikaribû berlêgira nêrîna resmî bişkêne.

Ji sed salan zêdetire ku gelê Kurd nerazîbûna xwe li hember rewşa welatê xwe yê ku dijî iradeya wî hatîye perçekirin tîne ser ziman û li ser erdnîgarîya xwe statuyekê dixwaze, dixwaze qedera xwe bi xwe tayîn bike. Di rewşeke weha da, divîyabû, ku hêzên demoqratik û çîna karker ya Turkiyayê, tevî gelê Kurd li dijî tûnd û tûjîyê, nijadperestîyê û xwînmijîyê  tekoşîn bida. Çi heye ku bîrûbawerîya desthildar ya yekinî û Turkparêz, ji bo cîbicînehatina vê piştgirîyê, çi ji destê wê tê kir. Bi vî awayî tekoşîna demoqrasîyê û kêdê, ya çîna karkaer ya Turkîyayê, nikaribû bi tekoşîna gelê Kurd ya netewî û demoqratî ra tekeve nava piştgirî û hestê yekitîyê derbasî jîyanê bike.

Wek HAK-PAR daxwazîya me ew e, ku hêzên Turkîyayê yên demoqratik û çîna karker, rêkê bibînin û piştgiriyê bidin tekoşîna gelê Kurd, yekitîyê û tevxebatê xurt bikin. Ji bo yekitîya karkeran û biratîya gelan, divê tevaya gelan bibin xwedanê wekhevî û jîyaneke azad.

Divê çîna karker ya Turkîyayê xwe bi “mafên aborî“ va bi sînor neke. Divê ji bo guhartinên di nava cîvatê û guhartinên cîvakî, wekhevî, azadî, dadî/hiqûq, edalet/dadwêrî û demoqrasîyê tekoşîn were dayîn, bo ku ev xalana bê kêmasî bêne cîbicîanîn. Divê tekoşîna çîna karker bi berxwedana Kurdan ya hiqûq û edaletê va tev bigere.

Em wek HAK-PAR dibêjin, ku bê azadîya gelê Kurd, demokrasî nayê Turkîyayê. Ji ber vê jî, divê çîna karker di tekoşîna gelê Kurd, ya netewî û demokratîk da bê deng nemîne.
Divê çîna karker xwe ji dîlîtîya îdeolojîya dewletê azad bike, têgîhîştina fermî û cîhgirtî paşta bê zivirandin, demokrasîya hevdem û hişmendîya wekhevîyê di nava çîna karker, ya Turkîyayê da cîh bigire, sistema li gor xwe/nisbî saz bike, ji bo parastina nasnameyên cur be cur û pêşvebirina wan ji nû va plan bêne danîn. Divê sendîqayên karkeran gorî bingeha piranîyê bêne rêxistinkirin û tekoşîna çîna karker wek berxwedana hemû kedkarên welêt bê pejirandin û sazkirin. Divê ew hişmendîya polîtîkayên fermî, wek red, înkar û asîmîlasyonê neyên pejirandin û destxistina mafên Kurdan yên kolektif, wek tekoşîna çîna karker ya Turkîyayê bê dîtin.
Divê çîna karker ya Turkîyayê, di qedera xwe bi xwe tayînkirina gelê Kurd da, bi eşkeretî bibe alîgir û di vî warî da hewesta xwe nîşan bide, dijî hewesta desthilatdaran ya dijî Kurdan tekoşînê bide.

Em bi van hestan va, çejna ked û emeg ya çîna karker pîroz dikin

Karkerên hemû welatan û gelên bindest yek bin!

BİJÎ 1ê GÛLANÊ!
BİJÎ AZADΠ

01.05.2021                                                                        
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

İlgili İçerikler

İletişimde Kalın

23,139BeğenenlerBeğen
0TakipçilerTakip Et
3,246TakipçilerTakip Et
0AbonelerAbone

Son Eklenenler