REMZA JİNÊN TEKOŞER: LEYLA QASIM HESEN

122

Leyla Qasim di sala 1952 de li Xaneqînê gundê Bamili’yê hatiye dinê. Dawiya dibistana ewilî de malbata wê koç dike û diçin Bexdayê. Li Zanîngeha Bexdayê civaknasîyê (sosyolojî) dixwine.

Di sala 1970 de dikeve nav refén PDK’ê. Sala 1972 de ew bi hevalên xwe ra Yekitîya Xwendevanên Kurdistanê ava dikin. Leyla Qasim ji bo azadiya, mafên jinan û mafê miletê xwe dixebite.

Rejima Baas di derheq Leyla Qasim û 4 hevalên wê de, biryara îdamê dide. Di 12’ê Gulana sala 1974’an, di berbanga sibê de, Leyla ji alîyê rejima zordest a Beasîyan ve, tê darve kirin.

Berî darve kirinê ew weha dibêje: “Bi kuştina min belkî hûn min ji holé radikin, lê mirina min hişyarkirina bi hezaran Kurd e.” Paşî sîrûda netewî a Kurd “Ey Raqîp” dixwîne û bi serbilindî ber bi dara sêpê ve diçe.

Di dîroka gelê Kurd de Leyla Qasim dijî zilm û zorê, bûye sembola jinên Kurd.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, di 47 salîya şehîdbûna Leyla Qasim Hesen de, de wê û rêhevalên wê, bi rêz û wefadarî bi bîr tînin.

Leyla Qasım remz û sembola jinên tekoşerên Kurd e.

Şad be rohê pakê şehîda Kurdistanê Leyla Qasim.12.05.2021

Sultan Söylemez
Cîgirê Serokê Partîya Maf û Azadîyan